Li Mereşê bi hêza 4,7 erdhejeke din rûda

Li navçeya Goksun a ser bi parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi pileya 4,7 rûda.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Goksun a ser bi parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi pileya 4,7 rûda.

Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) li ser malpera xwe ragihand, li navçeya Goksun a ser bi parêzgeha Mereşê, bi hêza 4,7 pile erdhej qewimî.

AFADê herwiha diyar kir ku erdhej di demjimêr 03:39 xulekan de û 7,34 kîlometre di bin erdê de rûdaye.

Sibeha roja 6ê Sibata 2023an li navçeyên Pazarcix  û Elbîstanê yên parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn û di encamê de zêdetirî 49 hezar kesan canê xwe ji dest dan.