Ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo koça dawî ya Fermandar Mihemed Xalid Boselî peyama sersaxiyê

Hewlêr (K24) – Ji ber koça dawî ya fermandarê herdu şoreşên Îlon û Gulanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê belav kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama sersaxiyê de ragihand: “Bi xem û kovaneke zor, me peyama koça dûmahiyê ya pêşmerge û fermandê qehremanê rojên sext û dijwar ên herdû şoreşên Eylûl û Gulanê û helgirê mêdala Barzaniyê Nemir, Xwedê jê razî Mihemed Xalid Boselî bihîst, ku temenê xwe di bizava rizgarîxwaz a Kurdistanê derbas kir û li çendîn dastana beşdarî kirî û rolekê berçav di têkoşîna gelê me da hebû û bavê şehîdê qehreman 'Umer Boselî ye ku li dastana Sihêla şehîd bû.”

Mesrûr Barzanî diyar kir: “Behî û serexoşiyê li xwe û binemala wî ya birêz û xebatker û dost û hogir û hevalên wî dikim û hevpişkê xema wan im. Xwedayê mezin û dilovan, giyanê wî bi beheştê şad bike û aramî û hedarê bi hemîyan bibexşîne.”