HDP bi navê partiyeke nû beşdarî hilbijartinan dibe

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku di parlementoya Tirkiyê de partiya sêyemîn ya mezin e, beriya hilbijartinên 14ê Gulanê bi egera girtinê re rû bir û ye
kurdistan24.net

Enqere (K24) - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku di parlementoya Tirkiyê de partiya sêyemîn ya mezin e, beriya hilbijartinên 14ê Gulanê bi egera girtinê re rû bir û ye. Dadgeha Blind Daxwaza HDPê ya paşxistina dozê bo piştî hilbijartina red kir. Rayedarên HDPê ev biryarê mûdaxaleya ser hilbijartinê bin av dikin û biryar dane ku bi navê partiyeke nû bikevin hilbijartinan.

Li Tirkiyê li gel nêzîkbûna hilbijartina serokkomarî û parlementeriyê doza girtina HDPê jî yek ji mijara sereke ya rojeva siyaseta navxweyî ya vî welatî ye. Tevî ku rayedarê HDPê bi çendîn caran serlêdan ji bo dadgeha bilind kirin ku doza girtina partiya wan bo piştî hilbijartinên 14ê Gulanê bimîne jî, dadgeha bilind ev daxwazên HDPê red kir û di 11ê Nîsanê de hevserokên HDPê dê parastina devkî bikin. Piştî vê yekê dadgeha bilind dê biryara xwe ya dawî derbarê HDPê de ragihîne. Rayedarên HDPê ev biryara dadgahê weke mudaxaleya li ser hilbijartinê bi nav dikin.

Serokwekîlê Koma HDPê Saruhan Oluç ji K24ê re diyar kir: “Redkirina daxwaza HDPê ya bo paşxistina parastina devkî ya 11ê Nîsanê em raste rast wek mudaxaleya darazê ya li ser hilbijartinan dibînin. Em di wê baweriyê dene ku li pêşiya hilbijartinan astengiyeke mezin heye ku bi awayeke adilane, Vekhev û demokratik bên lidarxistin. Em ê biryara dawî ya dadgehê binirxînin û nexşerêya xwe diyar bikin.

Li dijî girtina HDPê Hevserokê HDPê Mîthat Sancar jî ragihand ku ew ê bi navê Partiya Çep a Kesk ango Yeşîl Sol Partî bikevin hilbijartinê. Rayedarên vê partiyê jî diyar dikin ku wan hemû amadekariyên xwe kirine û ew ê bi hejmareke zêde di parlementoyê de cih bigrin.

Serokê Yeşîl Sol Partî Îbrahîm Akin ji K24ê re diyar kir: “Di heyama proseya hilbijartinê de bi egera girtina HDPê hemû pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê biryar dan ku ser navê partiya me bikevin hilbijartinê. Guherîna navê partiyê ji bo me encamên hilbijartinê naguherîne. Em li 81ê bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê piştevaniya gel bistînin û herî kêm bi 100 parlementeran em ê di parlementoya Tirkiyê de cih bigrin.

Her çiqas rayedarên HDPê dijî girtina partiya wan bi navê partiyeke din bikevin hilbijartinan jî di doza ku dê 11ê Nîsanê bê dîtin de eger heye ji bo nêzî 700 endam û rêveberên HDPê bo 5 salan qedexeya sîyasetê bê dayîn. Ger partî neyê girtin jî birîna alîkariyên darayî yên gencineyê û dest danîna ser hemû mal û milkên HDPê jî li ber destê dadgehê ye.