Serok Barzanî: Mihemed Xalid Boselî qehremanekî gelê Kurdistanê bû

Serok Mesûd Barzanî bo koça dawî ya Mihemed Xalid Boselî peyameke xemgîniyê araste kir û ragihand, ew xebatgêrî herdu şoreşên Îlon û Gulanê nimûneya qurbanîdan û mandînenasiyê bû.

Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî bo koça dawî ya Mihemed Xalid Boselî peyameke xemgîniyê araste kir û ragihand, ew xebatgêrî herdu şoreşên Îlon û Gulanê nimûneya qurbanîdan û mandînenasiyê bû.

Serok Barzanî tevî nîşandana sersaxiyê ji bo malbat û kesûkarên Mihemed Xalid Boselî, diyar kir ku peyv nikarin wesfa fîdakariya wî mirovê xweragir bide.

Peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi xem û kovaneka mezin ve xeberê wexera dûmahiyê ya têkoşer û xebatgêrê gelê me û pêşmergê herdû şoreşên Eylûl û Gulanê Mihemed Xalid Boselî gihişte min.

Mihemed Xalid Boselî qehrremanekî gelê Kurdistanê û nimûnê qurbanîdan û mandînenasiyê bû û wişe neşên wesfa fîdakariya ewî mirovê xweragir bikin. Mihemed Xalid Boselî bavê şehîdekî qehreman jî bû û hemî jiyana xwe di nav tengaviya û ji pêxemet doza mîlletê xwe terxan kir û ji dest dana wî xusareteka mezin e.

Pirse û serexoşiyên xwe arasteyî binemale û xizim û kesukarên Xwedê jê razî û hemî têkoşerên Kurdistanê û pêşmergên qehreman dikim û xwe bi hevpişkê xema wan dizanim.

Daxwaza min ji Xwedayê mezin ewe ruhê Xwedê jê razî Mihemed Xalid Boselî bi beheşita berîn şad bike û sebr û hedarê bidete hemî layekê.

Înna Lîllah We Înna Îleyhî Racîûn (Em ji Xweda hatim dîsa em ê vegerin bal wî)

Mesûd Barzanî

24ê Adara 2023an