Berîvan Aslan: Parlamentoya Awusturyayê kîmyabarana Helebceyê wek jenosîd nas kir

Parlamentera Awusturyayê (Nemsa) Berîvan Aslan ragihand, cara yekem di dîrokê de Parlamentoya Awusturyayê kîmyabarana Helebceyê wek jenosîd nas kir.

Hewlêr (K24) – Parlamentera Awusturyayê (Nemsa) Berîvan Aslan ragihand, cara yekem di dîrokê de Parlamentoya Awusturyayê kîmyabarana Helebceyê wek jenosîd nas kir.

Berîvan Aslan diyar kir ku li ser destpêşxerî û pêşniyaza wê, cara yekem di dîrokê de hemû partiyên Awusturya yên li parlamentoyê, kîmyabarana Helebceyê wek jenosîd nas kir.

Berîvan Aslan (41 salî) xanimeke Kurd a ji Bakurê Kurdistanê ye û endama Partiya Kesk a Nemsayê ye û di salên 2013 heta 2017an endama parlamanetoya wî welatî bû.

Aslan destnîşan dike ku di sala 2017an de komkujiya Êzidiyan li Parlamentoya Awusturyayê wek jenosîd nasandiye, lê belê wê demê li ser daxwaza Êzidiyan, bi navê Kurd pêşkêşî parlamentoyê nekiriye, lê belê wek jenosîda Êzidiyan hatiye nasandin.