Li Mereşê bi hêza 4,5 erdhejeke din rûda

Li navçeya Ekînozu ya ser bi parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi pileya 4,5 rûda.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Ekînozu ya ser bi parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi pileya 4,5 rûda.

Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) li ser malpera xwe ragihand, li navçeya Ekînozu ya ser bi parêzgeha Mereşê, bi hêza 4,5 pile erdhej qewimî.

AFADê herwiha diyar kir ku erdhej di demjimêr 07:39 xulekan de û 7 kîlometre di bin erdê de rûdaye.

Sibeha roja 6ê Sibata 2023an li navçeyên Pazarcix  û Elbîstanê yên parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn û di encamê de zêdetirî 50 hezar kesan canê xwe ji dest dan.