HUDA PAR di nava lîsteyên AK Partiyê de beşdarî hilbijartinan dibe

Piştî biryara piştevaniya Hevpeymaniya Komarê, Serokê HUDA-PARê Zekeriya Yapicioglu ragihand di 14ê Gulanê de di hilbijartinên partlamentoyê de ew ê ji nava lîsteyên AK Partiyê beşdarî hilbijartinê bibin.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Piştî biryara piştevaniya Hevpeymaniya Komarê, Serokê HUDA-PARê Zekeriya Yapicioglu ragihand di 14ê Gulanê de di hilbijartinên partlamentoyê de ew ê ji nava lîsteyên AK Partiyê beşdarî hilbijartinê bibin.

Di proseya hilbijartinê de ji bo bihêzkirinê, aliyên hevpeymanî bi hemû lezgîniyê xebatên xwe didomînin. Yek ji mijara ku li Tirkiyê bûbû cihê nîqaşê biryara piştevaniya HUDA-PARê bû ya ji bo Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan. Demek direj di ser re derbas nebû ku di warê hilbijartina parlamentoyê de jî hin gav hatin avêtin û Serokê Giştî yê HUDA-PARê Zekeriya Yapicioglu derkete pêşperî kamerayan û ragihand, ew ê di nava lîsteyên AK Partiyê de beşdarî hilbijartinên parlamentoyê bibin. 

Beriya vê daxuyaniyê bi rojekê yanî di 23ê Meha Adarê de Serokê Partiya Yekîtiya Mezin (BBP) Mustafa Destecî ku şirîkê Hevpeymaniya Komarê ye rexne li HUDA-PARê girtibû û nerazîbûna xwe anîbû ziman.

Serokê Partiya Yekîtiya Mezin (BBP) Musafa Destecî gotibû: "Wekî partî em bi ti awayî sozên HUDAPARê qebûl nakin û rast jî nabînin."

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapıcıoglu jî li ser pirsa Kurdistan24ê bersiva Destecî da û diyar kir, her partiyeke siyasî xwedî bernameyekê ye. Em jî ne çaverê ne ku partiyeke din wekî me bifikire, lê me berê jî gotibû; hevpeymaniya ku digel vê bernameyê me qebûl bike em ê jî pê re hevpeymaniyê bikin.

Zekeriya Yapicioglu diyar kir: "Me biryar da ku em ji nava lîsteyên AK Partiyê bikevin hilbijartina parlamentoyê. Di hevpeymaniya Komar de jî ya Gel de jî gelek partî hene ku bernameyên wan ji hev cuda û cihê ne. Her partî di nava van hevpeymaniyan de nasnameya xwe diparêze. Em ne çaverêne ku partiyeke din hemû xalên partiya me qebûl bike."    

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan jî berî niha derbarê HUDA-PARê de daxuyaniyek ragihandibû û gotibû; derbarê HUDA-PARê de ne rast diaxivin û gotinên ne xweş bikartînin. HUDA-PAR van yekan qebûl nake û diibêjin hîç pêywendiya me bi terorê re nîne. Em piştgiriya HUDA-PARê ya bo Hevpeymaniya Komarê giring û bi qîmet dibînin.