Associated Press: Herêma Kurdistanê bi awayekî berçav bi pêş ketiye

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gor raporta Associated Press a Amerîkî, di heyama 20 salên borî de pêşketineke berçav li Herêma Kurdistanê çêbûye.

Ajansa Associated Press di raporekê de belav kir, di heyama 20 salên borî de, Hewlêr geşedaneke bilez dîtiye, bi taybetî rêyên sereke û bilez ku li gor sîstema Amerîkayê hatine çêkirin û li her du aliyên rêyan xwaringeh û avahiyên bilind tên dîtin.

Associated Press behsa wê yekê dike, beriya 20 salan li Hewlêrê firokxane tune bû û ji cîhana derve hatibû qutkirin, lê piştî şerê azadiya Iraqê di sala 2003an de û rûxandina rêjîma Seddam Husên, firokexane hat avakirin û gelek guhertin çêbûn.

Li gorî raporê, Kurd sûdmendê sereke yê rûxandina rejîma Seddam Husên bûn. Ajans he rwiha tekez dike ku Kurdan piştî sala 2003an pêgeha xwe ya siyasî bihêztir kiriye û veberhênana biyanî ber bi Herêma Kurdistanê ve kişandine. Piştre me dît ku Hewlêr gavên mezin avêtin û wek bajarekî dewlemend xuya kir.

Associated Press ragihand, welatên rojava piştî Şerê Cîhanê yê Yekem bi rêya Peymana Sîverê soza dewleteke netewî dan Kurdan, lê berûvajî vê yekê Kurdistan bû çend parçe û li Îran, Iraq, Tirkiye û Sûriyê şoreş derketin.

Ajansê gotinên Hoşyar Zêbarî, yekem Wezîrê Derve yê Îraqê ji sala 2003ê ve, belav kir: Me saziyên weke Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Kurdistanê ava kirin. Her wiha Zêbarî dibêje: “Guhertina desthilatê li Bexdayê, gelek sûd ji navçeyê re anî.”