Ferhat Encû: Divê taybetmendiyên Kurdan di hilbijartinan de li ber çavan bên girtin

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – HDP li ser ferbûna zimanê Kurdî di vê proseya hilbiartinê de çi dixwaze û ji bo vê yekê wê digel Kemal Kilaçdaroglu bazaraekê bike gelo? Rêveberên HDPê û nivîsakrên Kurd li ser babetê bîrûboçûna xwe raber kirin.

Hevserokê Şaxa HDPê ya Stenbolê Ferhat Encû hem li ser rexneyan û hem jî li ser daxwaza fermîbûna zimanê Kurdî dide zanîn; HDPê ji sedî 95 dengê xwe Kurdan werdigire, ji bo wê jî pêwîst e van taybetmendiyên Kurdan li ber çav bigire. Tişên ku ne di berjewendiya gelê Kurd de be ew ê bi çavê girtî alîkariyê nedin ti hêzan çi opozisyon û çi jî hevpeymanî bin. Encû dibêje; Di demên pêş de ev xal wê bêhitr şînber bibin û li ser maseyê jî bêne nîqaşkirin.    

Serokê Şaxa Stenbolê ya HDPê Ferhat Encû ji K24ê re got: “Bilêvkirina Kemal Kiliçdaroglu jî hate rojevê. zimanê Kurdî wekî zimanê neyîn tê penasekirin di parlamentoyê de. Kurd hene zimanê wan heye çanda wan heye, divê ku ev ziman û çand bê naskirin. Di magazagonê de bê naskirin, hewldan û têkoşîna me jî ji xwe di vî warî de ye. Tenê ne ji bo ziman ji bo statûya gelê Kurd em di vê hewldanê de ne. Em nikarin hertiştî zelal bibêjin bi raya giştî re jî nikarin parve bikin hin tişt wê bêne gotin li ser bê nîqaşkirin li gorî wê dê siyaset bê meşandin.”

Bi boçûna nivîskarê Kurd Faîk Bûlut jî, di hevdîtina HDP û Kiliçdaroglu de mijara li ser azadiya zimanê Kurdî û fermîbûna wê teqez hatiye axivîn. Ne wek bazarekê lê wek mafekî rewa yê ji dayikê, dema Kiliçdaroglu bê hilbijartin jî ev mijar wê were rojevê.

Nivîskarê Kurd Faîk Bulut dibêje: “Her kes şaş nîqaş dike, daxwaza fermîbûna zimanê Kurdî ne şertê bazarekê ye mafekî rewa ye. Pejirandina zimanê Kurdî, vekirina dibistanan ya bi piştgiriya dewletê, peydakirina kadroyên pêwîst yên zimanê Kurdî, ne bi awayê bijartî lê bi awayê ku di nava mufredatan de cih bigire wê di nava aliyan de bêne nîqaşkirin. Ji ber ku esil mesele ev e. Di hevdîtina HDP û Kiliçdaroglu de jî bi baweriya min ev mijar hatine axaftin.”

Piştî daxuyaniya HDPê ku namzedê serokomariyê diyar nekir, piraniya Kurdan daxwazê ji HDPê dikin da ku di vê proseyê de ji bo piştgiriya Kemal Kiliçdaroglu şertê fermîbûna zimanê Kurdî wekî mercekê destnîşan bike.