Mesrûr Barzanî: Yên îro ligel me nasekinin, bila sibe xwe nekin xwediyê destkeftên me
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li twittera xwe ragihand, “Yên ku îro ligel me nasekinin, bila sibe xwe nekin xwediyê destkeftên me û sûdê ji serkeftinên me wernegirin.”
Ev yek di demekê de ye, Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyamek li tora civakî “Twitter” belav kir û tê de ragihandibû, “hevtêgihîştina me ya vê dawiyê ya ligel Bexdayê, bingeheke baş e ji bo çareserkirina kêşeyên pêwendîdar bi biryara îro ya dadgehê.”
Her wiha got jî, tîmek ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê sibe serdana Bexdayê bike û li ser bingeha niyazpakiyê, berdewamiyê dide gotûbêjan.
ئەوانەی ئەمڕۆ لەگەڵمان ناوەستن، با سبەی خۆیان نەکەنە خاوەن دەستکەوتەکانمان و سوود لە سەرکەوتنەکانمان وەرنەگرن.
— Masrour Barzani (@masrourbarzani) March 25, 2023