Li Amerîka ji ber bahozan 23 kesan canê xwe ji dest dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Bahozeke bihêz li wîlayeta Mississippi ya Amerîkayê rabû û herî kêm 23 kesan canê xwe ji dest dan.

Di daxuyaniyekê de ku ji hêla Ajansa Rêvebiriya Lezgîn a Mississippi ve hatiye dayîn, Ji ber bahozê herî kêm 23 kesan canê xwe ji dest dane.

Rêvebiriya Rewşa Lezgîn a Wîlayetê ev hejmar piştrast kir û li ser Twitterê got, "Mixabin, tê pêşbînîkirin ku ev hejmar zêde bibin.”

Walî Tate Reeves li ser Twitterê got: “Em dizanin ku bêtir kes birîndar bûne. Tîmên lêgerîn û xilaskirinê hîna di karê xwe de berdewam in.”

Li gorî Outage.us, bahozê elektrîk li zêdetirî 83 mal û cihên kar li Mississippi, Alabama û Tennessee qut kiriye.

Dîmenên li televizyonê hatine veguhastin nîşan didin ku mal wêran bûne û bermahiyên wan li ser rê belav bûne, tîmên hawarhatinê jî hewl didin xwe bigihînin kesên hewcedar.

Ji aliyê xwe ve, Desteya Keşnasiyê ya Niştimanî hişyarî da niştecihan ku di dema rakirina paşmayên malan de, metirsî hîn jî heye ku bahoz berdewam bibin.