Biden gefa girtina tedbîrên zêdetir ji bo rawestandina êrîşên li ser bingehên wê li Sûriyê dixwe

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîka Joe Biden soz da tedbîrên din ji bo rawestandina êrîşên ku baregehên Amerîka li Sûriyê dikin armanc, bigire.

Di peyamekê de ku duhî Şemiyê ji Kongressê re hat şandin, Biden got, Amerîka amade ye gavên zêdetir bavêje, ji bo rûbirûbûna gef û êrişên din.

Biden da zanîn jî ku welatê êrîşên bi hûrî li dijî dezgehên li Sûrîyayê ên ji alîyê komên girêdayî Pasdarên Îranê ve tên bikaranîn, pêk anîne.

Serokê Amerîka got jî, ew tedbîr, ku wî bi pêwîstî pênase kir, li gor yasayên navdewletî hatine kirin û ew wek mafê cewherî yê Amerîka ji bo xweparastinê binav kir.

Di nameyê de her wiha hate gotin, navendên ku ji aliyê artêşa Amerîkayê ve hatine armanckirin, ji bo komkirina cebilxane û armancên din hatine bikaranîn û ev êrîş bi armanca rêgirtin û kêmkirina metirsiyan hatine kirin.

Serokê Amerîka Joe Biden pêr Înê, di konfêransa rojnamevanî ya hevbeş a bi Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau re li Otava gotibû, Amerîka li şerê bi Îranê re nagere, lê ew ê bihêz gelê xwe biparêze.

Roja Pêncşema borî êrîşek bi riya dronan li dijî baregeheke Amerîkî li parêzgeha Hesekê hate kirin û di encamê de karmendekî Amerîkî hat kuştin û 6 leşkerên Amerîkî jî birîndar bûn.

Roja din jî 2 baregehên din ên Amerîkayê li kêlgeha petrolê ya El-Omer û kêlgeha gazê ya Conoco li parêzgeha Dêrezorê rastî êrişên nû yên mûşek û dronan hatin û di encamê de leşkerekî Amerîkî birîndar bû.

Leşkerên Amerîkî di bersivê de, bi firokên F-15 êrîşî li ser baregehên mîlîşyayên ser bi Îranê ve li Dêrezorê kirin, li gorî raportên medyayî jî di encamê de 19 çekdarên wan grûpan hatin kuştin.