19 koçber ji ber binavbûna keştiya wan li peravên Tûnisê canê xwe ji dest dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Komeleyeke mafên mirovan îro Yekşemê got, herî kêm 19 koçberên ji Afrîkaya li peravên Tunisê canê xwe ji dest dan ku dixwastin xwe bigihînin Îtalyayê.

Bi hezaran koçber, bi taybet ji keşwera Afrîkyayê berê xwe didin Tunisê ta bi keştî û beleman berê xwe didin peravên.

Di 4 rojên borî de 5 keştiyên koçberan li peravên bajarê Sifaqisê binav bûn û di encamê de 9 kesan canê xwe ji dest dan û 67 kes jî winda bûn.

Serokê Tunisê Qeys Seîd berî niha tekez kiribû ku pêwîste bilez dawî li vê diyardeyê were.

Her wiha banga karkirina li ser hemû astên dîplomatîk, ewlekarî û leşkerî û cibicîkirina tund a yasayên taybet bi biyaniyan kir, ta ku rêgirî li vedizîna biyaniyan bo Tunisê kir.