Girîngtirîn projeyên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di sê mehên yekem ên îsal de

Navenda Nûçeyan (K24) – Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji destpêka îsal û heta niha ve, dest bi çendîn projeyên stratejîk û girîng kirine ku hemû jî li ser bingeha avakirina jêrxaneyê hatine cibicîkirin.

Beşek ji girîngtirîn projeyên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di îsal de:

HINARDEKIRINA HINARÊN KURDISTANÊ BO DERVE

“Me soza xwe bi cih anî” navnîşana nivîsa Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser tora xwe ya civakî bû, derbarê hinardekirina yekem karwanê hinarên Kurdistanê bo derveyê welat.

Li Kurdistanê çend cure hinar bi kalîteya bilind hene ku li gorî amarên Wezareta Çandiniyê, li Herêma Kurdistanê bi giştî 8 hezar û 500 donim zevî bi hinaran hatine çandin. Berhema hinarê Kurdistanê jî nêzîkî 43 hezar û 435 ton e.

Hinardekirina hinarên Kurdistanê bo derve, gaveke girîng e di prosesa vejandina aborî, hemecurkirina çavkaniyên dahatê û avakirina jêrxaneyê de.

SÊVÊN BERWARÎ

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî wek çawa pêştir soza bazirkirina berhemên navxweyî yên Kurdistanê dabû, piştî projeya hinardekirina hinarên Kurdistanê bo welatên kendavê, dest bi karê hinardekirina sêvên Berwarî jî kir.

Ji bilî sêvên herêma Barwarî, di çarçoveya proseya hinardekirina berhemên xwemalî de, kar li ser hinardekirina hingiv û tirî jî tên kirin.

Tê pêşbînîkirin ku îsal ji bilî bazarên Herêma Kurdistanê, sêv ji bo naverast û başûrê Iraqê û welatên kendavê bên hinardekirin.

VÎZAYA ELEKTRONÎKÎ YA HERÊMA KURDISTANÊ

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di 22ê Sibata 2023ê de, yekem portala vîzeya elektronîkî li Herêma Kurdistanê ragihand, ku beşek ji karnameya hikûmetê di warê dîjîtalkirina xizmetguzariyên giştî de ye.

Derbarê armanca damezrandina vê projeyê de jî Serokwezîr Mesrûr Barzanî eşkere kir, ev proje dibe alîkar bo hemû kesên ku dixwazin ji bo geştyarî û veberhênanê serdana Herêma Kurdistanê bikin.

Projeya vîzeya elektronîk yek ji projeyên girîng ên Kabîneya Nehemîn e ku dê bibe alîkar ku sektora geştiyariyê li Herêma Kurdistanê vejîne û çavkaniyên dahatê yên hemecur bike.

Di dawiya meha borî de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê destpêkirina destpêşxeriya Hesabê Min ragihand, ku bernameyeke darayî ya berfireh bo karmendên sektora giştî û xanenişînan e.

DESTPÊŞXERIYA HEJMARA MIN

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di dawiya meha borî de destpêkirina destpêşxeriya “Hejmara Min” ragihand ku bernameyeke giştgîr ê darayî ye bo fermanberên sektora giştî û xanenişînyan.

Mesrûr Barzanî da zanîn, “Hejmara Min” rêyeke ewle, şefaf û guncaw ji bo karmendên hikûmetê û kesên xanenişînkirî peyda dike, ji bo ew karibin bi rêya tora amêra rakêşana pereyan (ATM) mûçeyên xwe bikşînin, ku dê li zêdetirî 1000 cihan li seranserê Herêma Kurdistanê li ber dest bin.

Derbarê giringiya vê destpêşxeriyê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand,“Bi saya vê destpêşxeriyê, karmendên sektora giştî dê bigihîjin xizmetguzariyên modern ên bankê, di nav de qerz, şandinên navxweyî û navdewletî, kişandina pereyan û dana pereyan bi online û dîjîtal.