Mihemed Hacî Mehmûd: Eger em bibin yek, ti hêz nikare me têk bibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê tekezî li ser destûrîbûna qewareya Herêma Kurdistanê kir û got, ti kesî xêrek bo Herêma Kurdistanê nekiriye û ev qeware li ser sîniyeke zêrîn pêşkêşî gelê Herêma Kurdistanê nekiriye, lê belê, ew berhema xwîn û rondikên xelkê wê ye.

Serokê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd di dema beşdarbûna xwe di bernameya “Basî Roj” a K24 de got: “Her kesê ku bixwaze dijmin bi ser qewareya siyasî ya Herêma Kurdistanê bikeve, gumane heye bavê wî Kurd be.”

Mihemed Hacî Mehmûd got, divê Kurd hemû biryarên li dijî wan hatine girtin, red bikin, her wek çawa berê çendîn peyman û rêkeftinên ku bi armanca “qirkirin û tunekirina Kurdan” hatin îmzekirin, ku Kurdan têkoşîna xwe berdewam kirin û ji bo encamdana şoreşê, pirs jii aliyekî nekir û bi xwe mafên xwe bi dest xistin.

Serokê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê tekezî li ser berdewamiya firotina petrola Herêma Kurdistanê weke mafekî niştimanî û destûrî kir. Daxwaz jî ji sazî û nûnerên Herêma Kurdistanê kir ku li hember hemû binpêkirinên mafên Herêma Kurdistanê bêdeng nemînin û bersiva wan bidin.

Mihemed Hacî Mehmûd di beşeke din a axaftinên xwe de bal kişand li ser girîngiya yekrêzî û yekdengiya gelê Kurd ji bo rûbirûbûna pirsgirêkan û got: “Eger em di nava xwe de bibin yek, ti ​​hêz nikare me têk bibe.”