Barana vê demê bûye metirsî li ser berhemdayîna mişmişên Meletiyê

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Mişmiş ango qeysî, hem wek nîşaneyeke bajêrê Meletîyê ye, hem jî çavkaniya serekî ya aborî û cotkarî ye. Bi destpêka demsala Buharê re mişmiş kulîlk vekiribin jî, barana ku çend roje berdewam dike û dê bike, metirsiyê li ser berhemdayîna mişmişan dike.

Li bajêrê Meletî, kulîlkên mişmişan ku vê demê vedibin, hem xwezayê bi rengên xwe yên xweş dixemlînin, hem jî hêviya berhemdayînê ya cotkaran geş dikin. Lê bi qasî xweş şemaliya xwe, kulîlkên mişmişan nezik in ku ji ber keş û hewayê her carê dibe ku zirar bibînin.

Cotkarê ku ji bav û kalan ve çandina mişmişan dikin, balê dikşînin ku her çiqas ji bo berhemdayîna mişmişan, barîna baranê baş be jî, di serdema kulîlkan de, be navber barîna baranê dibe sedem ku ew kulîlk rizî bibin û berhem nedin.

Cotkar Mihemed Kaynak ji K24ê re got: “Sala ku bibe baş e, 300-400 kok mişmişên min hene. Lê her salê tiştekî nahêle ku bibe. Salekî qeşa lêdixe, salekî ba radibe yan jî wiha baran bê navber dibare, nahêlin ku berhemdayîn baş bibe. Sala borî 2 berhem me rakir, sala beriya wê me hîç ranekir. Îsal wiha ye, şilîyeke bê navber destpê kiriye û dê kulîlkan rizî bike. Di serdema kulîlkan de baran xirab dike, vêca dema ku ji ber baranê kulîlk rizî bibin, saziya garantiyê jî çi zirara me tanzim nake. Dibêjin nexweşîna manolya buye ku nakeve ber garantiye. 2 sal berê min çi berhem nikarî rakim, lê min heqê garantiyê jî dabû.”

Cotkar balê dikşînin ku ji ber karasata erdhêjê jixwe zirar û dilnîgariyên mezin dîtine û heger ku mişmiş jî berhem nedin dê bandorên aborî jî li ser wan girantir bibin.

Cotkar Huseyîn Aksoy dibêje: “Ev baran ku destpêkiriye, wiha berdewam bike, dê mişmişan xirab bike. Dê kulîlkan rizî bike. Bi rastî jî rewşa mişmişan niha metirsîdar e. Heger ku baran wiha berdewam bike, dê karasata duyem li me çê bibe. Ji ber Meletî karasateke mezin derbas kir, heger mişmiş jî ji destên me biçe tê wateya îflasa me.”