Li Stenbolê metirsiya erdhejê rêjeya xaniyên bên firotin zêdetir kir

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Piştî erdheja navenda wê Meraşa Bakurê Kurdistanê bû, li Stenbolê ku beriya erdhejê peydekirina kirêkirina xaniyan zehmettir bû lê niha ji ber metirsiya erdheja ku tê çaverêkirin li bajêr rêjeya xaniyên bo firotinê hatine ragihandin di mehekê de ji%49 zêde bû lê ligel vê bihayê xaniyan di salekê de ji%156 zêdetir bû. Bi taybet kirêdarên li bajêr ji bihabûnan gelek gilîdar in ku ew kirêyê herî zêde didin li Tirkiyê.

Li Stenbolê ku mezintirîn bajarê Tirkiyê ye xaniyek bê kirêkirin an jî bê kirrîn heta beriya erdheja navenda wê Meraş bû û tesîr li 11 bajaran kir zehmetî dihat dîtin lê niha piştî erdhejê rewş guherî û niha hejmara kesên xwedan xanî ku dixwazin xaniyên xwe bidin firotinê li gor demên berê gihiştiye asteke herî bilind.

Ligel zêdebûna hejmara xaniyên bên firotinê bihayên xaniyan daneket û bereks di salekê de bihayê xaniyan ji%156 zêdetir bû. Xaniyekê maqul li bajêr ji zêdeyî 3 milyon lîreyê Tirkiyê ye.

Şexmus Aslan ku karê kirrîn û firotina xaniyan dike ji K24ê re got: “Ew xaniyên niha bo firotinê hatine ragihandin piraniya wan xaniyên kevn in ku ên beriya erdheja Marmarayê sala 1999an hatine avakirin. Lê bi giştî hejmara xaniyên tên firotin li gor beriya 3 mehan daketiye. Niha bo kirrînê kesên derfeta wan heye behtir berê xwe didin xaniyên nû.”

Piştî erdhejê li nav Stenboliyan ligel nîqaşa saxlembûna xaniyan niştecîhên bajêr bi taybet kirêdar ji bihabûnên xaniyan gelek gilîdar in ku kirêyê herî zêde yê Tirkiyê didin.

Kîrêdara Stenbolî Durdu Kuyru: “Bihayê kirê xaniyan li gor demên berê gelek zêdetir bûye. Niha li Tirkiyê kirêyê herî zêde li Stenbolê tê dayîn. Ji bo dayîna kirêyê zêde em kirêdar gelek zehmetiyê dikêşin.”

Niştecîhê Stenbol Fahrî Çolak: “Ligel bihabûna kirêyê xaniyan niha em niştecîhên Stenbolê di metirsiya erdhejeke mezin de ne. Li bajêr avahiyên kevn gelek in. Divê rayedar hem ji bo zêdebûna kirêyan hem bo erdhejê xebatekê bike.”

Zêdetir xaniyên niha li Stenbolê ji ber metirsiya erdheja mezin a tê çaverêkirin tên firotin li navçeyên wek Adalar, Şîle, Avcilar û Kadikoyê cîh digirin ku ev navçe li ser xeta fayê ya erdhejê hatine avakirin.