Konsulê Giştî yê Amerîkayê serdana Fermangeha Pêwendiyên Derve kir

Irvin Hicks Jr. tekezî li ser berdewamî û bihêzkirina pêwendiyên navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê di warên siyasî, aborî, ewlehî û bazirganiyê de kir.

Hewlêr (K24) – Konsulê Giştî yê Amerîka yê li Hewlêrê Irvin Hicks Jr. serdana Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û tekezî li ser berdewamî û bihêzkirina pêwendiyên navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê di warên siyasî, aborî, ewlehî û bazirganiyê de kir.

Îro Duşemê 27ê Adara 2023an, Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Amerîka yê li Herêma Kurdistanê kir.

Di hevdîtinê de ku Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Amerîkayê Beyan Samî Ebdurehman jî amade bû, Berpirsê Fermangehê behsa pêwendiyên dêrîn û dostane yên navbera Herêma Kudistanê û Amerîkayê kir û bal kişand ser bihêzkirina zêdetir a pêwendiyên di warên cûr bi cûr de.

Li gor daxuyaniya Fermangeha Pêwendiyên Derve, herdu aliyan gotûbêj û danûstandina fikr û ramanan derbarê pêşhatên herî dawîyên siyasî û raporta van demên dawî yên Wezareta Derve ya Amerîkayê de û di warên hevahengî û hekariya hevbeş de kirin.

Ji aliyê xwe ve, Konsulê Giştî yê Amerîkayê xweşhaliya xwe ji bo vê hevdîtinê nîşan daye û bal kişandiye ser pêwendiya dostane û hevpeymanî ya navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Amerîkayê û tekezî li berdewamî û bihêzkirina pêwendiyan kiriye di warên siyasî, aborî, ewlehî û bazirganiyê de.

Di dawiya hevdîtinê de herdu aliyan behsa pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê kirine û pêşhatên herî dawî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê gotûbêj kirine.