Dîndar Zêbarî: Rewatiya yasayî û destûrî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê heye

Koordînatorê Raspardeyên Navdewletî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî di bersiva raporteke Wezareta Derve ya Amerîkayê de ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwedî rewatiya yasayî û destûrî ye û veguhestina desthilatê jî bi aştiyane birêve diçe.

Hewlêr (K24) – Koordînatorê Raspardeyên Navdewletî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî di bersiva raporteke Wezareta Derve ya Amerîkayê de ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwedî rewatiya yasayî û destûrî ye û veguhestina desthilatê jî bi aştiyane birêve diçe.

Dîndar Zêbarî di konferanseke rojnamevanî de bersiva raporteke Wezareta Derve ya Amerîkayê da û dawî li wan îdiayan anî ku têne belavkirin û ragihand, li Herêma Kurdistanê mijara mafên mirovan yek ji karên pêşîn ên hikûmetê ye û li ser aştiya navçeyê, nimûneya herî pêşketî hatiye nîşandan.

Zêbarî destnîşan kir, gelek caran opozîsyon û medya û malperên wan, ev şaşî bi kar anîne ku goya rewşa giştî ya li Herêma Kurdistanê ber bi xirabiyê ve diçe, ev ne wisa ye û opozîsyon ji bo merameke taybet, mijareke wisa derdixe holê.

Koordînatorê Raspardeyên Navdewletî diyar dike, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hilbijartinan hatiye ser hukmê û veguhestina desthilatê jî aştiyane birêve diçe.

Dîndar Zêbarî destnîşan kir, raporta Wezareta Derve ya Amerîkayê bi xwe jî hilbijartinên van demên dawî yên Iraq û Herêma Kurdistanê nas dike û dibêje, ev hikûmeta ku heye, kartonî nîne.

Derbarê hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê de jî Zêbarî radigihîne, yekxistina hêzan li jêr sîwana Hevpeymanan birêve diçe û zêdetirî 21 lîwa hatine yekxistin.