2 polîsên din jî bi tohmeta eşkencekirina zarokekî li Diyarbekirê hatin zindanîkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Du polîsên din jî bi tohmeta eşkencekirina zarokekî 14 salî li bajarokê Licê hatin zindanîkirin, hejmara polîsên ku ji ber vê bûyerê hatine zindanîkirin gihişte 5an.

Roja Newrozê li bajarokê Licê yê ser bi bajarê Diyarbekirê polîsan eşkence li Zarokê 14ê Yûsûf Dîken kiribûn û di derbarê bûyerê de Serozgeriya Komarê ya Diyarbekirê lêpirsîn dabû destpêkirin û Parêzgeha Diyarbekirê jî ragihandibû ku 5 polîs bi tohmeta eşkencekirina wî zarokî ji kar hatine dûrxistin.

Herwiha her 5 polîs roja Yekşemê hatibûn dadgehkirina û Dadgeha Diyarbekirê biryara zindanîkirina 3 polîsan dabû û 2 polîs hatibûn berdan. 

Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê nerazîbûn li dijî azadkirina wan 2 polîsan jî nîşan da û daxwaza girtina wan kir û her du polîs jî hatin zindanîkirin. Bi vî awayî di çarçoveya lêpirsînê de hejmara polîsên zindanîkirî gihişte 5an.