Wezîra Enerjiyê ya Fransa ji K24ê re: Pêwîstiya me bi gazê heye û em li ser kirîna gazê digerin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrên enerjiyê yên Fransa, Belçîka û Swêdê ji K24ê re behsa kirîza bilindbûna nirxê sotemenî û elektrîkê li Ewropayê kirin.

Bîst û heft wezîrên enerjiyê yên Yekîtiya Ewropî îro 28ê Adara 2023an li Brukselê civiyan, da ku krîza bilindbûna nirxê sotemenî û elektrîkê li Ewropayê çareser bikin.

Beriya civînê wezîrên enerjiyê yên Fransa, Belçîka û Swêdê bersiva pirsên peyamnêrê K24ê dan û gotin, "Ev civîn girîng e û em hêvîdar in ku qeyran çareser bibe.”

Wezîra Enerjiyê ya Fransa Agnes Pannier ji K24ê re ragihand, ew li bazara navdewletî digerin ku gazê bikirin û ji bo zivistana bê jî pêwîstiya wan bi gazê heye.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Enerjiyê yê Belçîkayê Tiny Vander Straeten got, “Em hewl didin ku enerjiya me hebe û ne girêdayî welatên din bin.”

Wezîrê Enerjiyê ya Swêdê Ebba Busch got: “Me hîn jî krîz derbas nekiriye, lê ji bo çareserkirina wê me gavên baş avêtin.”