Li Portugalê êrîşî ser navendeke Îslamî hat kirin: 2 kes hatin kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Lîzbonê yê Portugalê êrîşî ser navendeke Îslamî hat kirin û di encamê de du kes hatin kuştin û çend kes jî birîndar bûn.
Polîsê Lîzbonê derbarê êrîşê de ragihand, êrîş bi kêran hatiye kirin û di encamê de du kes hatine kuştin û çend kes jî birîndar bûne.
Hat diyarkirin ku gumanbar ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye desteserkirin.
Herwiha hat eşkerekirin ku êrîş îro di demjimêr 11:30 xulekan de rûdaye û sedema êrîşê hîn ne diyar e.