Wezîra Enerjî û Bazirganiyê ya Swêdê bo K24ê: Me ev zivistan bi awayekî serkeftî derbas kir

Wezîra Enerjî û Bazirganiyê ya Swêdê Ebba Busch ragihand, asta gaza ku li depoyan mane, nîşaneyeke baş e ku zivistan bi awayekî serkeftî derbas kirine û divê amadekariya zivistana bê bikin.

Bruksel (K24) – Wezîra Enerjî û Bazirganiyê ya Swêdê Ebba Busch ragihand, asta gaza ku li depoyan mane, nîşaneyeke baş e ku zivistan bi awayekî serkeftî derbas kirine û divê amadekariya zivistana bê bikin.

Îro Sêşemê 28ê Adara 2023an, Wezîra Enerjî û Bazirganiyê ya Swêdê Ebba Busch ji Kurdistan24ê re ragihand: “Biryara ku îro tê dayîn biryareke gelek girîng e ku girêdayî berdewamîdana kêmkirina daxwaza li ser bikaranîna gazê ye, ew asta li depoyên me yên gazê heye, bi taybetî ligel derbasbûna demsala zivistanê, amajeyeke baş e ku pêgeha me di zivistana bê de bihêztir e.”

Ebba Busch destnîşan kir, hebûna wê gaza niha ya li depoyan mane, nayê wê wateyê ku ji vê qeyranê rizgar bûne, berevajî vê, divê ji bo zivistana bê amadekariyê bikin û got: “Divê em liv û tevgerên xwe berdewam bikin ji bo kêmkirina xwegirêdana bi sotemaniyên berdbû.”

Derbarê dabînkirina çavkaniyên nû ji bo enerjiyê, Ebba Busch diyar kir: “Ez bawer im guherîna Rûsyayê bo welatên din ji bo destketina enerjiyê di dema dûr a siberojê de karekî xelet e û bandora wê ya neyênî dê bibe.”