Wezîra Derve ya Almanyayê: Hêzên Almanyayê li Herêma Kurdistanê dimînin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nameyek ji Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Bearbock wergirt, ku tê de spasiya xwe ji bo pêşwaziya dostane ya di dema serdana wê ya Herêma Kurdistanê de nîşan dide.

Hewlêr (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nameyek ji Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Bearbock wergirt, ku tê de spasiya xwe ji bo pêşwaziya dostane ya di dema serdana wê ya Herêma Kurdistanê de nîşan dide.

Li gor zanyariyên malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, îro Sêşemê 28ê Adara 2023an, Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Bearbock nameyek ji Nêçîrvan Barzanî re şand û tê de tevî spasiya ji bo pêşwaziya dostane ya Serokê Herêma Kurdistanê di dema serdana wê ya Herêma Kurdistanê de di rojên 7ê heta 10ê vê mehê de, tekezî li ser berdewamiya piştevaniya welatê xwe ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê dike û bal kişandiye ser berdewamiya hebûna hêzên Almanyayê li Herêma Kurdistanê.

Wezîra Derve ya Almanyayê spasî û pêzanîna welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê nîşan daye, ji bo mêvandarî û hewandina wan awareyan di encama êrîşên DAIŞê de yên ji sala 2014an ve li Herêma Kurdistanê, bi taybetî jî mêvandariya awareyên ji pêkhateyên Mesîhî û Êzidî.

Li ser vê mijarê, Annalena Bearbock piştgiriya welatê xwe ji bo vegera awareyan bo cih û warên xwe dubare kiriye, ji bo vê mebestê jî, Herêma Kurdistanê û Iraqê han dide ku gotûbêj û xebat li ser vê mijarê bikin.

Herwiha destnîşan kiriye, ji bo Almanyayê girîng e ku karên cidî li ser rûbirûbûna metirsiyên guherîna keşûhewayê li Iraq û Herêma Kurdistanê werin kirin.