Hikûmeta Herêmê: Karegeheke navxwe berhemên Akrê hinardeyî derveyî welat dike

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, girîngiyeke taybet dide sektora çandinî û veberhênanê.

Hewlêr (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, girîngiyeke taybet dide sektora çandinî û veberhênanê.

Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser vê mijarê ragihand, ji bo bihêzkirina jêrxana aborî û pêkanîna derfetên kar û firotona berhemên cotkaran, hêsankariya temam hatiye kirin ji bo hinardekirina berhemên xwemalî, di vê çarçoveyê de li bajarokê Akrê yê ser bi parêzgeha Duhokê, kargeheke navxwe, bûye salekê berhemên xwarinên Kurdî yên Akrê yên wek "birincê Kurdî, simaq, tehîna Amêdiyê" hinardeyî derveyî welat dike.

Xwediyê kargehê Aras Hamid li ser çawaniya berhemanîn û hinardekirina xwarinên Kurdî yên Akrê bo bazarên navxwe yên Herêma Kurdistanê û welatên Ewropayê, ji malpera Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re ragihandiye, beriya niha birincê Kurdî bi rêya klasîk dihat berhemanîn û dikete bazaran, her çiqas beriya niha bi destê cotkaran nedihate firotin, lê niha Hikûmeta Herêmê piştevaniyeke mezin dide cotkaran.

Derbarê hinardekirina berheman bo bazarên welatên Ewropayê, xwediyê kargehê dibêje: “Bi hatina Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bernameya hinardekirina berhemên cotkaran bo derveyî welat çêbû, ev jî ji bo bazirganan rê xweş kir, da ku van berheman hinardeyî derveyî welat bikin, ji bilî wê jî, rakirina baca gumrigê ji ser wan berhemên xwemalî ku hinardeyî derveyî welat têne kirin, sedemeke girîng e ji bo geşbûn û berfirehkirina karê veberhênan û hinardekirina derveyî welat.”

Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere kiriye ku niha berhemên vê kargehê, li welatên Swêd, Brîtanya, Almanya û Fransayê li ber dest in.