Di lêpirsîna li ser avahiyên hilweşiyayî de 325 kes li Tirkiyê hatine girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Dadê yê Tirkiyê ragihand, di encama lêkolînên li ser avahiyên hilweşiyayî de, 325 kes hatine girtin.

Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag diyar kir ku hejmara kesên ku di çarçoveya lêpirsîna erdheja 6ê Sibatê ya li Mereşê de hatin binçavkirin derketiye 325 kesan.

Her derbarê lêpirsînan de Bozdag diyar kir ku 4 kesên ku reviyane derveyî welat, Wezareta Dadê ji wan xwestiye ku vegerin û 74 gumanbarên ku dihatin dixwastin jî, canê xwe ji dest dane.

Bozdag di hevdîtina bi mexdûrên erdheja Mereşê re daxuyanî da û got, Di nava salekê de ewê bajarên nû li deverên ku ji ber erdhejê wêran bûne ava bikin.

Wezîrê Dadê got: “Em ê ji welatiyên xwe re xaniyên ewletir û li dijî erdhejê ava bikin û şert û mercên jiyanê yên baştir ji wan re peyda bikin.”

Bozdag diyar kir ku ew ê ji bo dabînkirina kelûpelên navmalan, alîkariyên darayî bidin mexdûrên erdhejê û got jî: “Li gorî plansaziyan dê heta dawiya meha Hezîranê hemû bingeh bên lêkirin. Herî dereng heta meha Hezîrana sala bê em ê van xaniyan radestî welatiyan bikin.