Saziya Gallup a Amerîkî: Ji 2003an ve hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê bi serkeftî sînorên xwe parastine

Hewlêr (K24) – Saziya Gallup a Amerîkî di rapirsiyekê de bal kişandiye ser rewşa welatiyan û geşeya aboriyê ya li Herêma Kurdistanê ya li gor Iraqê piştî rizgarkirina Iraqê ji rejîma Sedam Husên.

Di rapirsiyê de hatiye destnîşankirin ku Herêma Kurdistanê ji aliyê pêkvejiyanê ve li pêş Iraq û çendîn welatên navçeyê ye, li gor Iraqê jî jîngeheke wê ya gelek baş heye ji bo veberhênanê.

Saziya Gallup a Amerîkî bo Şirove û Rapirsiyê di rapirsiya xwe de bal dikşîne ser wê yekê ku piştî rûxana rejîma Sedam Husên tevî neseqamgîriya aboriyê û çendîn qeyranên din, aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, bi hev re karîne aboriya Herêmê vejînin, berevajî navçeyên başûrê Iraqê.

Hatiye destnîşankirin ku ji sala 2003an ve hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê karîne bi awayekî sekeftî sînorên xwe biparêzin û rûbirûyî gefên terorê bibin.

Di sala 2008an de jî ji sedî 56ê nişteciyên Herêma Kurdistanê amaje bi aramiya Herêmê dane û di derengên şevan de bi awayekî azad û bêyî metirsî karîne li derve hatûçûnê bikin, di demekê de ku ev rêje li navçeyên naverast û başûrê Iraqê tenê ji sedî 43 bûye.

Di sala 2022an de jî ev rêje li Herêma Kurdistanê gihîştiye ji sedî 88, di demekê de ku li naverast û başûrê Iraqê tenê ji sedî 72 bûye û beşeke mezin ji welatiyan tirsa wan hebûye ku di derengên şevê de bi tena serê xwe hatûçûnê bikin.

Beşeke din a rapirsiyê balê dikşîne ser pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê, bi awayekî ku li gor welatên Îsraîl, Lubnan, Tirkiye û Iraqê pileya yekem girtiye, ku rêjeya pêkvejiyanê li Herêma Kurdistanê ji sedî 84 e, li Iraqê ji sedî 59 e.

Saziya Gallup derbarê geşeya aboriya Herêma Kurdistanê de eşkere kiriye ku jîngeha veberhênanê li Herêmê li gor Iraqê gelek baştir e û veberhênerên biyanî zêdetir berê xwe didin Herêma Kurdistanê.