BCF: Karwanê sêyem ê alîkariyên xelkê Duhokê amade ye

Cîgirê Parêzgarê Duhokê Macid Seyîd Salih ragihand, karwanê sêyem ê alîkariyên xelkê Duhokê û navçeyên derdorê amade ye.
Du karmendên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Efrînê, wêne: Star Ehmed / Kurdistan24
Du karmendên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Efrînê, wêne: Star Ehmed / Kurdistan24

Duhok (K24) – Cîgirê Parêzgarê Duhokê Macid Seyîd Salih ragihand, karwanê sêyem ê alîkariyên xelkê Duhokê û navçeyên derdorê amade ye.

Macid Seyîd Salih diyar kir ku alîkariyên xelkê Duhokê bi rêya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) ji bo mexdûrên erdhejê yên Bakurê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê û Tirkiyê têne gihandin.

Salih eşkere kir ku alîkariyên mirovî berdewam in û ew pêwîstiyan ji bo mexdûrên erdhejê amade dikin û got: “Hinek pere jî ji bo ziyandîtiyan hatine komkirin û di dema bê de pêwîstiyên wan ên ku ji bo jiyana wan a rojane ji bo wan girîng in, têne dabînkirin.”

Sibeha roja 6ê Sibata 2023an li navçeyên Pazarcix  û Elbîstanê yên parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn û  di encamê de li gor amarên fermî zêdetirî 50 hezar kesan canê xwe ji dest dan.

Herwiha li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê jî ji ber bandora giran a erdhejê bi hezaran kesan canê xwe ji dest dan.