Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li Cîgirê nû yê Serokê Îmaratê dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya destnîşankirina wek Cîgirê Serokê Îmaratê, pîrozbahî li Şêx Mensûr Bin Zayid kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya destnîşankirina wek Cîgirê Serokê Îmaratê, pîrozbahî li Şêx Mensûr Bin Zayid kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hejmara xwe ya Twitterê, bi boneya hilbijartina Şêx Mensûr Bin Zayid wek Cîgirê Serokê Îmaratê, pîrozbahî lê kir.

Herwiha Mesrû Barzanî pîrozbahî li Şêx Xalid Bin Mihemed Bin Zayid kir ku wek Cînişînê Şaredariya Ebû Zebî hat destnîşankirin.

Serokwezîr di twîta xwe de ragihandiye: “Em hêvîdar in pêwendiyên me li jêr serkirdetiya Şêx Mihemed Bin Zayid ligel Îmaratê bihêztir bibin.”

Mesrûr Barzanî herwiha pîrozbahiyê li Şêx Hezza Bin Zayid û Şêx Tehnûn Bin Zayid bi boneya destnîşankirina wan wek cîgirên fermanrewaya Dubey dike.