Di êrîşeke Îsraîlê ya li ser Şamê de 2 leşker birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama êrîşeke mûşekî ya Îsraîlê li ser derdora Şamê de, 2 leşkerên artêşa Sûriyê birîndar bûn û ziyanên madî çêbûn.

Jêderekî leşkerî ji ajansa “SANA” re ragihand, “Îro berbangê demjimêr 1:20 Îsraîlê ji aliyê Golanê ve bi çend mûşekan êrîşeke asmanî pêk anî û hin xalên li derdora Şamê kirin armanc.

Wî jêderî got jî, sîstema berevaniya asmanî rûbirûyî mûşekan bû û hejmarek ji wan xistin xwarê.”

Amaje bi wê yekê jî kir, di encama wê êrişê de 2 leşker birîndar bûn û ziyanên madî çêbûn.

Ji sala 2011an ve, her car Îsraîl êrîşî baregehên artêşa Sûriyê û mîlîşyayên ser bi Îranê ve dike. Îsraîl Sûriyê tomebar dike ku rê dide Hizbulaha Libnanî û hêzên Îranî ji nava xaka Sûriyê ve êrîşî Îsraîlê bikin.

Hefteya borî jî Îsraîlê bi mûşekan êrîşî Firokxaneya Helebê ya Navdewletî kir û di encamê de ziyanên madî giheştin firokxaneyê û ji bo du rojan jî ji xizmetê derketibû.