Elî Tatar: Şerê PKKê rêjeya bêkariyê li Duhokê zêde kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Duhokê dibêje, şerê PKKê li wê parêzgehê, bêkarî zêde kiriye û eşkere kir jî, ji ber şerê PKKê zêdetirî 330 gund vala bûne.

Parêzgarê Duhokê Elî Tatar di bersiva pirseke peyamnêrê K24ê de ragihand, yekem sedema bilindbûna rêjeya bêkariyê li parêzgeha Duhokê, ji ber ziyanên şerê PKKê li ser parêzgeha me ye.

Elî Teter got jî: “Piraniya gundiyan ji ber PKK'ê, nikarin vegerin ser cih û warên xwe, ji ber wê jî, ew bêkar mane.”

Her di vê mijarê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî roja 8ê Adarê gotibû: Zêdetirî 800 gundên Herêma Kurdistanê ji ber şer û pevçûnên PKKê wêran bûne û Hikûmeta Herêma Kurdistanê nekariye wan avedan bike.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî: “Bêguman helwesta me ew e ku divê ev şer bi dawî bibe, da ku em karibin xelkê vegerînin wan navçeyan.”