Wezîrê Tendirustiyê: Rênimayên hawirdekirina derman û bikaranîna wan dê werin belavkirin

Hewlêr (K24) – Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Saman Berzincî tekezî li ser tundkirina kalîteya kontrolê kir û ragihand, rênimayên hawirdekirina derman û bikaranîna wan dê werin belavkirin.

Îro Pêncşemê 30ê Adara 2023an, Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Saman Berzincî ragihand, rêkarên kalîteya kontrolê û lêkolîna dermanan dê werin tundkirin.

Saman Berzincî destnîşan kir ku cara yekem kalîteya kontrolê ya cûreya rênimayên hawirdekirina derman û çawaniya serederîkirina wan heta digihe destê nexweşan, dê belav bikin.