Aliyên siyasî yên Iraqê ji bo çareserkirina pirsgirêka petrol û gazê ya navbera Hewlêr û Bexdayê geşbîn in

Bexda (K24) - Partiyên siyasî yên Şîe yên li Parlamentoya Iraqê dibêjin, ew dikarin bi hev re pirsgirêkên xwe yên li gel Hewlêrê yên derbarê hinardekirina petrolê bi rêya Tirkiyê re çareser bikin.

Parlamenterê Hevpeymaniya Dewleta Yasa yê li Parlamentoya Iraqê Mihemed Ziyadî ji Kurdistan24ê re ragihand: “Em li bendê ne ku hikûmet vê pirsê bişîne parlamentoyê û em û Hewlêr bi xwe biryarê li ser kesên din bidin.”

Derbarê pirsa hinardekirina petrolê de, Parlamenterê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yê li Parlamentoya Iraqê Şêrwan Dûberdanî ji Kurdistan24ê re ragihand: “Ti kêşeyeke em ligel aliyên din li ser mijara petrolê dê nemîne, em li benda pesendkirina budceya 2023an in, em ê piştre dest bi projeyasaya petrol û gazê bikin.”

Ji aliyê Kompaniya SOMO û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve, dikarin rojane nêzîkî 900 hezar bermîlên petrolê bi rêya boriya di navbera Iraq û Tirkiyê re hinarde bikin, ku ev yek jî %1ê pêwîstiya rojane ya cîhanê ye, lê niha tenê 500 hezar bermîl petrol ji bîrên bakur têne hinardekirin.”

Li gorî pisporên petrolê, yekem qurbaniyê biryara dadgeha Parîsê, hikûmeta Iraqê ye û di wê baweriyê de ne ku tenê rêya çareserkirina kêşeyan, qebûlkirina yasaya petrol û gazê ye.