Konsulê Giştî yê Amerîkayê: Em dixwazin pêwendiyên xwe yên ligel Herêma Kurdistanê bihêztir bikin

Irvin Hicks tekezî li ser helwesta Washingtonê dike ku dixwaze di warên bazirganî û veberhênanê de pêwendiyên xwe yên ligel Herêma Kurdistanê bihêztir bike.

Hewlêr (K24) - Konsulê Giştî yê Amerîka yê li Hewlêrê tekezî li ser helwesta Washingtonê dike ku dixwaze di warên bazirganî û veberhênanê de pêwendiyên xwe yên ligel Herêma Kurdistanê bihêztir bike.

Îro Pêncşemê 30ê Adara 2023an, Konsulê Giştî yê Amerîka yê li Hewlêrê Irvin Hicks di konferanseke rojnamevanî de ragihand, Amerîka berdewam çavê wê li wê yekê ye ku pêwendiyên xwe yên ligel Herêma Kurdistanê di warên bazirganî û veberhênanê de bihêztir bike.

Irvin Hicks diyar kir: “Ez dixwazim pîrozbahiyê li Wezareta Veguhestin û Gihandinê ya Herêma Kurdistanê bikim ji bo destpêşxeriya nuwaze ku teknolojiya nû û derfetên kar dabîn dike. Gelek spas ji bo mêvandariya we.”

Di beşeke din a axaftina xwe de Irvin Hicks eşkere kir: “Em li hikûmeta Amerîkayê berdewam çavê me li wê yekê ye ku pêwendiyên xwe yên ligel Herêma Kurdistanê di warên bazirganî û veberhênanê de bihêztir bikin.”