Li Dîlokê bi hêza 4,6 erdhej rûda

Li navçeya Îslahiye ya ser bi parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi pileya 4,6 rûda.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Îslahiye ya ser bi parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi pileya 4,6 rûda.

Çavdêriya Erdhejan a Kandîllî ragihand, li navçeya Îslahiye ya ser bi parêzgeha Dîlokê erdhejeke bi pileya 4,6 qewimî.

Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) jî li ser malpera xwe ragihand, li navçeya Îslahiye ya ser bi parêzgeha Dîlokê, bi hêza 4,3 pile erdhej qewimî.

AFADê herwiha diyar kir ku erdhej di demjimêr 13:56 xulekan de û 14,39 kîlometre di bin erdê de rûdaye.