Serok Barzanî pîrozbahiyê li herdu Partiyên Komunîst ên Kurdistan û Iraqê dike

Serok Mesûd Barzanî bi boneya salvegera damezrandina herdu Partiyên Komunîst ên Iraq û Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Serok Barzanî
Serok Barzanî

Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî bi boneya salvegera damezrandina herdu Partiyên Komunîst ên Iraq û Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Îro Înê 31ê Adara 2023an, Serok Barzanî bi boneya salvegera damezrandina herdu Partiyên Komunîst ên Iraq û Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê arasteyî Sekreter û Endamên Mekteba Siyasî û Komîteya Navendî ya her du Partiyên Komunîst ên Iraq û Kurdistanê kir.

Di peyamê de hatiye: “Germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we û hemû endam û alîgirên we dikim û hêviya serkeftinê ji bo we dixwazim.”

Peyama pîrozbahiyê ya Serok Barzanî wiha ye:

Birêzan Sekreter û Endamên Mekteba Siyasî û Komîteya Navendî ya her du Partiyên Komunîst ên Iraq û Kurdistanê.

Bi helkefta 31ê Adarê salvegera damezrandina Partiya Komunîsta Iraqê û Partiya Komunîst a Kurdistanê germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we û hemû endam û alîgirên we dikim û hêviya serkeftinê ji bo we dixwazim.

Partiya Komunîst, partiyeke têkoşer û şoreşger û xwedî dîrok û qurbanîdaneke zêde ye û cihê destên wan li xebata siyasî û civakî û çandî ya gelên Iraq û gelê Kurdistanê da diyar e.

Cihê pêzanînê ye ku komunîst herdem bawerî bi mafên rewa yên gelê Kurdistanê hebûye û di gelek qonaxan de piştevan û hevsengerê tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurdistanê bûne.

Di bîranîna damezrandina her du Partiyên Komunîst ên Kurdistan û Iraqê de hêviya berdewamî û di xebat û têkoşîna wan de serkeftinê ji bo wan dixwazim.

Mesûd Barzanî

31ê Adara 2023an