Li Diyarbekirê xebatkarên tendirustiyê hatin bibîranîn

Ji aliyê rêveber û endamên Jûra Bijîşkên Tirk (TTB) ve xebatkarên tenduristiyê yên ku di heyama nexweşiya Covid-19 û erdhejê de canê xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn.
Diyarbekir
Diyarbekir

Navenda Nûçeyan (K24) - Li Diyarbekirê ji aliyê rêveber û endamên Jûra Bijîşkên Tirk (TTB) ve xebatkarên tenduristiyê yên ku di heyama nexweşiya Covid-19 û erdhejê de canê xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn.

Rêveber û endamên Jûra Bijîşkên Tirk (TTB) li Diyarbekirê bi kongreyeke rojnamegerî, 513 xebatkarên tenduristiyê yên ku di heyama Covîd-19an de û 449 xebatkarên tenduristiyê ku di erdhejên navenda wan Mereş bûn de canê xwe ji dest dayîn bibîranîn.

Piştî pandemiyê ji aliyê TTB’ê ve, roja 1’ê Nîsanê wekî Roja Bibîranîna Xebatkarên Tendursitiyê û Bijîşkên ku ji ber Covîd-19an canê xwe ji dest dane hat ragihandin.

Di kongreya rojnamegerî de Seroka Şaxa Diyarbekir ya TTB’ê Elîf Tûranê got; tevî hemû daxwaza wan ji bo xebatkarên tenduristiyê Covîd-19 wekî nexweşiya pîşeyî nehat qebûlkirin. TTB radigihîne ku, berûvajî daneyên fermî li Tirkiye û Bakur zêdetirî 300 hezar kesan ji Covîd-19ê canê xwe ji dest dane.

Rêveber û endamên TTB’ê dixwazin ku; şert û mercên karkirina wan werin sererastkirin û mûçeyên wan werin zêdekirin.