Li Tirkiyê ewlehiya sindoqan rojeva partiyên siyasî ye

Hikûmet û deshilata Tirkiyê dibêje wan bergiriyên pêwîst bo ewlehiya hilbijartin û sindoqê wergirtine. Lê muxalefet dilgiran e ku di dema hilbijartinan de û piştî hilbijartinan kiryarên neyaseyî pêk bên.
kurdistan24.net

Enqere (K24) - Di hilbijartinên 14ê Gulanê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de bi dehan milyon dengdêr dê biçin ser sindoqan. Hikûmet û deshilata vî welatî dibêje wan bergiriyên pêwîst bo ewlehiya hilbijartin û sindoqê wergirtine. Lê muxalefet dilgiran e ku di dema hilbijartinan de û piştî hilbijartinan kiryarên neyaseyî pêk bên.

Li Tirkiyê berev bi nêzîkbûna hilbijartinên 14ê Gulanê di rojeva partiyên siyasî de li gel diyarkirina namzedên parlementeriyê yek jî mijara din ya sereke ewlehiya hilbijartin û sindogan e. Heta di civîna dawî ya Lijneya Ewlehiya Netewî de jî hate ragihandin ji bo ku hilbijartin di nava aramî û baweriyê de bên kirin bergiriyên hatine wergirtin dê bên zêdekirin.

Ji aliyê hikûmeta vî welatî ve jî hate ragihandin  ku ji bo hilbijartinan 602 hezar hêzên asayîşê hatine erkdarkirin. Li gel vê yekê rayedarên Tifaqa Milet ya ku ji 6 partiyên muxalefetê pêk tên diyar dikin ku wan di sê qonaxan de bergirî wergirtine û zêdetir bala xwe didin ser piştî bidawîbûna dengdayînê.

Serokê Karên Hilbijartinê yê Partiya DEVA Îdrîs Şahîn ji K24ê re diyar kir: “Wek Tifaqa Milet li gorî beyannameya me ya 6ê Tebaxê beriya hilbijartinan, dema hilbijartinê û piştî hilbijartinan çi bergiriyên pêwîst hebin em ê werbigrin. Hilbijartinên borî bi destê Lijneya Bilind ya Hilbijartinê mudaxale encamên hilbijartinê hatin kirin. Wek tifaqa millet emê 2 milyon kesî ser sindoqan erkdar bikin.”

Rayedarên HDP jî ya ku dê bi Partiya Çep a Kesk bikeve hilbijartinê û nikare berpirsên sindoqan erkdar bike dibêje pirsgirêk di nava lijneya hilbijartinê de ye.

Parlementerê HDPê Mehmet Ruştu Tîryakî ji K24ê re ragihand: “Rast e di vê hilbijartinê de pirsgirêka herî mezin ewlehiya sindoqan e. Lê belê bila gelê me qet netirse hem HDP, hem Partiya Çep a Kesk hem jî temamî partiyên muxalefetê ew ê xwedî li sindoqan derkevin. Pirsgirêk çi ye dibe ku lijneya hilbijartinê biryara xirab biryara şaş bistîne.”

Li Seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di hilbijartina serokomarî û yên parlementeriyê ya 14ê Gulanê de li ser 190 hezar sindoqan nêzî 61 milyon kes dê dengê xwe bi kar bînin û nêzî 4 milyon deng jî wê li derveyî Tirkiyê bên bikaranîn

Tifaqa Cumhur ya deshilatê dê 3 milyon kesî, Tifaqa Milet ya muxalefetê û Tifaqa Ked û Azadiyê ya HDPê jî dê 2 milyon kesan li ser sindoqan erkdar bikin. Lê muxalefeta wî welatî dîsa jî dibêje eger heye Lijneya Bilind ya Hilbijartinê mudaxaleyî encamên hilbijartinê bike.