Serokwezîr Mesrûr Barzanî cejna Ekîto pîroz kir

“Yek ji sîmayên geş ên Herêma Kurdistanê, pêkvejiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyên olî û neteweyên ciyawaz de ye. "

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de bi boneya cejna Ekîto û sersala û sersala Babilî Aşûrî ragihand: “Yek ji sîmayên geş ên Herêma Kurdistanê, pêkvejiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyên olî û neteweyên ciyawaz de ye. Hêvîdar im ev pirrengî û tebayiya ku heye, bêhtir geş bibe.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir: “Bi boneya cejna Ekîto  û sersala Babilî Aşûrî, ez pîrozbahiyên herî germ arasteyî gelê Kildanî Aşûrî Siryanî li Kurdistan û Iraqê dikim û hêvîdar im sala nû, sala aştî û aramî û xweşguzeranî û bidawîhatina hemû nexweşiyan be.”

Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Yek ji sîmayên geş ên Herêma Kurdistanê, pêkvejiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyên olî û neteweyên ciyawaz de ye. Hêvîdar im ev pirrengî û tebayiya ku heye, bêhtir geş bibe û em hemû bi hev re, kar ji bo zêdetir pêşxistina Kurdistanê bikin.”

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Bi boneya cejna Ekîto  û sersala Babilî Aşûrî, ez pîrozbahiyên herî germ arasteyî gelê Kildanî Aşûrî Siryanî li Kurdistan û Iraqê dikim û hêvîdar im sala nû, sala aştî û aramî û xweşguzeranî û bidawîhatina hemû nexweşiyan be.

Yek ji sîmayên geş ên Herêma Kurdistanê, pêkvejiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyên olî û neteweyên ciyawaz de ye. Hêvîdar im ev pirrengî û tebayiya ku heye, bêhtir geş bibe û em hemû bi hev re, kar ji bo zêdetir pêşxistina Kurdistanê bikin.

Cejna Ekîto pîroz be û ez hêvîdar im her sal bi xweşî û şadî vê cejnê pîroz bikin.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê