Wezîrê Derve yê Sûriyê serdana Misirê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Sûriyê serdana Misirê dike û ligel hevtayê xwe yê Misrî li ser pêwendiyên herdu welatan gotûbêjê dikin
Ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyê ragihand, biryar e Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Mîqdad bi serokatiya şandekê serdana Misirê bike û ligel Wezîrê Derve yê Misirê Samih Şukrî bicive.
Li gor nûçeya ajansa SANA, wezîrên derve yên Sûriye û Misirê di civînê de li ser bihêzkirina pêwendiyên navbera herdu welatan û çendîn mijarên din ên girêdayî navçe û cîhanê, dê gotûbêj bikin.
Serdana Wezîrê Derve yê Sûriyê yekem serdana rayedarekî Sûrî piştî 12 salan ji qutbûna pêwendiyên navbera Sûriye û Misirê ye.