Du birayên ku 6 sal bûn ji hev xeyîdî bûn, roja erdhejê li hev hatin

Şefîk û Ahmet Înanê birayê hev in, 6 sal ji hev xeyîdandî dimînin, lê roja erdhejê dilmayîna xwe jibîr dikin û bihev re bi dehan kesan ji bin kavilan derdixin.
Semsûr
Semsûr

Semsûr (K24) - Şefîk û Ahmet Înanê birayê hev in,  6 sal ji hev xeyîdandî dimînin, lê roja erdhejê dilmayîna xwe jibîr dikin û bihev re bi dehan kesan ji bin kavilan derdixin.

Ahmet û Şefîk Înan beriya erdhejê li avahiya ku niha kavilên wê tên rakirin diman. Herdû bira sala ku vê avahiya kavilbûyî hatiye çêkirin yanî 6 sal ji berê ji ber mijarekî jihev dixeyîdin û roja erdhejê ku ji bînayê canê xwe xilas dikin jî, lihev tên û hezkirina biratiyê bo hev nîşan didin.

Avahiya ku herdû bira jê rizgar dibin, xesara giran bibîne jî, piştî erdhejê li piya dimîne, lê avahiya pêşberî wê ku kavilên wê hatine rakirin, bi despêka erdhejê re dirûxe ku Ahmet Înan heta salekê berê jî li wê bînayê dima.

Ahmet Înan ji K24ê re diyar kir: “Ez dema ji ber erdhejê derketim derve, balaya ku li vê valahiya pişt min ku li pêşberî bîna me bû, rûxiyabû. Ez heta salekî berê, tevahî 52 sal li wê bînayê mabûm û salekî berê jî, jê derketim çûm balaya malbatî ku em bi saxî ji nav rizgar bûn. Piştî ku ez çûm bîna malbatî jî; ez û Şefîk xeyîdandî bûn, min qeyrana dilî derbas kir, anjiyo bûm, dîsa jî dilmayîna me ranebûbû. Lê ew şev qiyamet bû…, min hemû malbatê dît lê min Şefîk nedît. Kurê Şefîk yê biçûk li pişt min bû, alîkariya min dikir, digot hadê apo, hadê apo…Em derketin derve, min got Şefîk li ku ye Şefîk? Gotin birarziyê te çûye alîkariya wî. Piştî çend xulekan jî bihev re hatin.”

Herdû bira piştî ku lihev tên û bi hesreta 6 salên xeyîdandî mayî hevdû hembêz dikin; dest bi rizgarkirina kes û karên ciranên xwe yên  ku di bin kavilde mane dikin.

Şefîk Înan diyar kir: “Dema erdhejê rûda, li mala me hin dolav qelibîn û deriyê me asê bû. Em nikaribûn derkevin. Piştre, hatin alîkariya me kirin û bi qasî 6-7 xulek piştî erdheja ewil em derketin derve. Ez û birayê xwe Ahmet 6 sal berê ji ber mesleyekî jihev xeyîdîbûn. Lê roja erdhejê, dema ku derdikevin derve, birayê min her bangî min dike û lawekî min got :’bavo min nizanibû ku apê min ew qas ji te hez dike.’ Piştî ku em jî ji nav balayê derketin, Kekê min bi çavên kelegirî li min dinihêrt û me hevdû hembêz kir. Şikir em sax bûn û piştre jî dest bi alîkarîkirina cîranan kir ku em ji bin kavilan derbixin.”

Ahmet û Şefîk bi dehan kes bi saxî, bi dehan kes jî cangorî ji bin kavilan derdixin.

Roja erdhejê bi gotina Hecî Ahmet li Semsûrê qiyamet rabûbû. Herkes wê hewlê dida ku canê xwe xilas bikin. Piştî ku canê xwe xilas dikin jî, çavên li hezkiriyên wan digere. Hecî Ahmet û Şefîk du bira ne ku 6 sal bihev re neaxivîbûn. Lê ev erdheja hanê bû sedem ku careke din hezkirina dilê xwe bigihînin hev û bi destdayîna hev bi hewara welatiyên din ku di bin kavilan de mabûn biçin.