Li Tirkiye û Bakur metirsiya Covîd 19ê hîn jî berdewam e
Diyarbekir (K24) – Rêveberên Jûra Bijîşkan ya Diyarbekirê didin zanîn ku xetereya nexweşiya Covîd-19an hê jî berdewam dike. Li gorî ragihandina bijîşkan, varyantên cûda yên Covîd-19ê bandora xwe li welatiyan dike û divê welatî di mijara girtina tedbîran de wekî berê hişyar bin.
Li Tirkiyeyê di 11ê Adara 2020an de yekem haleta Covîd-19an hat tomarkirin. Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê ji 11ê Adara 2020an ve 101 hezar û 179 welatiyan canê xwe ji dest dan. Rêveberên Jûra Bijîşkan ya Tirkiyeyê radigihînin ku; bandora cûreyên cûda yên Covîd-19ê hê jî berdewam dikin. Bijîşk, daxwazê ji welatiyan dikin ku wekî berê pabendî rênimayan bin.
Seroka Jûra Bijîşkan ya Diyarbekirê Dr. Elîf Tûran ji K24ê re got: “Belê, sê sal di ser Covîd-19an re derbas bûn. Belkî wekî berê semptomên wê nebin; ji berk u bi saya vaksînan kêm bûn û nexweş siviktir derbas dikin. Lê belê dema ku mirov rê li ber negire dê belav bibe û varyantên nû jî derkevin. Divê em baldar bin. Em wekî ku Covîd-19 neba be tevdigerin lê mixabin hê jî berdewam dike.”
Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB), daneyên fermî red dike û îdîa dike ku ji ber nexweşiya Covîd-19ê li Tirkiye û Bakûr ji 300 hezarî zêdetir kesan canê xwe ji dest dan û bi milyonan kesên ku tûşî nexweşiyê bûne jî ji nexweşiyan xilas nebûne. Bijîşkên nexweşiyên zarokan dibêjin; her çiqas nexweşiya Covîd-19ê ji rojevê derketibe jî ew nexweşî hê jî bi cûreyên xwe yên din heye û bandorên wê yên li ser zarokan jî berdewam dikin.
Bijîşkê Nexweşiyên Zarokan Dr. Tarik Koç dibêje: “Ji bo zarokan hê jî rîska nexweşiya Covîd-19an berdewam dike. Divê dêûbav û mamoste carina derî û pencereyên mal û dibistanan vekin da ku zarok hewayê paqij bistînin. Divê wekî berê mamoste jî ji bo paqijiyê zarokan hişyar bikin. Em nizanin cûreyên cûda yên Covîd-19ê çi bandorê li zarokan dike, ji ber vê yekê divê em baldar bin.”
Rêveberên Jûra Bijîşkan dibêjin ku; ji ber erdhejê şertên paqijî û parastina ji nexweşiyan girantir bibin jî divê civak ji bo parastina tenduristiya xwe dest ji tedbîran bernede.
Di ser yekem tomarkirina yekem haletê Covîd-19an li Tirkiyeyê re sê sal derbas bûn. Li gorî daneyên fermî ji 100 hezarî zêdetir welatiyan canê xwe ji dest da. Her çiqas ji ber bûyerên erdhej û lêhiyê Covîd-19 ji rojevê ketibe jî di nava civakê de hê jî bandora xwe nîşan dide. Bijîşk dibêjin; ji bo parastina tenduristiyê divê welatî dest ji rênimayan bernedin.”