Şelal Gedo: Amerîka ne bi wê re ye ku ENKS ji Îtîlafa opozîsyona Sûriyê vekişe

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê ENKSê di Îtîlafê de da zanîn, şandeke ENKSê derbarê komkujiya êvara Newrozê ya li Cindirêsa Rojavayê Kurdistanê de, bi wezareta derve ya Tirkiyê re civiya. Diyar kir jî, Amerîka Amerîka ne bi wê re ye ku ENKS ji Îtîlafa opozîsyona Sûriyê vekişe.

Nûnerê ENSKê di Hevpeymaniya Opozisyona Sûriyê (Îtîlaf) de Şelal Gedo ji K24ê re ragihand, roja Pêncşema borî şandeke nûnerên ENKSê yên di Îtîlafê de bi berpirsê dosyeya Sûriyê di Wezareta Derve ya Tirkiyê û cîgera wî re civiyan û binpêkirinên çekdarên opozisyonê li Efrînê û bi taybetî komkujiya ku êvara Newrozê li Cindirêsê hatibû kirin.

Şelal Gedo da zanîn jî, wan ji aliyê Tirkiyê re gotiye ku ev komkujî ji ber sedemên nijadperestî hatiye kirin. Her wiha bandora vê komkujiyê li ser yekîtiya opozîsyona Sûriyê jî heye.

Diyar kir jî, şanda ENSKê di civînê de daxwaza dadgehkirina tawanbarên komkujiya Cindirêsê li dadgehên Tirkiyê kirin, ji ber baweriya ENKSê bi sazî û dadgehên li herêmên di bin kontrola opozîsyona Sûriyê de nîne. ji aliyê xwe ve jî şanda Wezareta Derve ya Tirkiyê tekezî li ser wê yekê kir ku ew rewşa Efrînê û kiryarên çekdaran ji nêzîk ve dişopînin.

Li ser pirsa ku tawanbarên komkujiya Cindirêsê li dadgeheke navdewletî bên darizandin, Şelal Gedo got jî: “Amerîkiyan ji me re got ku ev yek gelekî zehmet e.”

Şelal Gedo amaje bi wê yekê kir ku heta niha 4 tawanbarên komkujiya Cindirêsê hatine desteserkirin û hîn 2 tawanbar nehatine desteserkirin û proseya lêgerîna li wan berdewam e.

Nûnerê ENKSê di Îtîlafê de bal kişande ser wê yekê, wan bi aliyê Tirkiyê re tekez kirine ku divê planek ji bo vegera koçberên Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî li ser cih û warên xwe bê danîn û helwesta aliyê Tirkî jî di vê derbarê de erênî bû.

Şelal Gedo got jî: “Me ji aliyê Tirkiyê xwast jî ku sînorek ji binpêkirinên ku ji aliyê grûpên çekdar ve li hember xelkê Efrîn û Cindirêsê tên kirin, bê danîn.”

Derbarê pirsa vekişîna ENKSê ji nava Hevpeymaniya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlafê) de, Şelal Gedo da zanîn ku wan di çend rojên derbasbûyî de hejmarek civîn bi wezaretên derve yên Amêrîka û Fransayê re kirin. Diyar kir jî, Amerîka ne pê re ye ku ENKSê ji Itîlafê vekişe, ji ber ku ev yek dê di berjewendiya rêjîma Sûriyê de be.