4 partiyên Hevpeymaniya Milletê ji lîsta CHPê beşdarî hilbijartinan dibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Sadet, Partiya Demokrat, Partiya Deva û Partiya Pêşerojê dê di nava listeya CHP de beşdarî hilbijartinê bibin.

Çar partiyên Hevpeymaniya Milletê, Partiya Saadet, Partiya DEVA, Partiya Demokrat û Partiya Siberojê dê ji lîsta Partiya Gel a Komarê (CHP) beşdarî hilbijartinan bibin. Lê Iyî-Partî her çende pekhateyeke Hevpeymaniya Milletê be jî, dê bi logo û navê xwe beşdarî hilbijartinê bibe.

Duh derengê şevê Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu û Serokê Partiya Siberojê Ahmet Davutoglu civiyabûn û li ser lîsta hevbeş gotûbêj kiribûn.

CHP û IYI Partiyê biryar dane ku li 10 parêzgehên ku şiyana dengan kêm in û ji 5 parlamenteran kêmtir in, wek Çorum, Wan, Semsûr û Aksarayê lîsteyek hevbeş çêbikin. Ev hejmara parêzgehan jî bûye 12.

9ê Nîsanê ji bo radestkirina lîsta partiyan bo Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind, roja dawî ye.