4 partî ji nava lîsta CHPê beşdarî hilbijartinan dibin

Di 14ê Gulanê de li Tirkiyeyê dê hestiyartirîn hilbijartina wî welatê bi rê ve biçe û lewma her partî û hevpeymanî ji bo bidestxistina kursiya herî zêde hewleke mezin didin.
kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) - Di 14ê Gulanê de li Tirkiyeyê dê hestiyartirîn hilbijartina wî welatê bi rê ve biçe û lewma her partî û hevpeymanî ji bo bidestxistina kursiya herî zêde hewleke mezin didin û hesabên zirav dikin.

Sîstema hilbijartinê partiyên siyasî neçar kiriye ku beşdarê hevpeymaniyan bibin. Di nava hevpeymaniyan de jî hin partî herçend rîskên wê hebin di berjwendiya xwe de dibînin bi nav û logoya xwe beşdarê hilbijartinê bibin. Lê li gor hin partiyan jî zêdetir di berjewendiya wan de ye ku xwe bixin bin sîwana partiyeka bihêz.

Çar partiyên Hevpeymaniya Milletê jî vê hizrê kirin û biryar dan ku ji lîsta CHPê beşdarê hilbijartinan bibin.

Hevpeymaniya Millet ji şeş partiyên opozîsyonê yên wekî CHP ku partiyeka Kemalîst, çep û sekûler e, DEVA ku partiyeka lîberal û demokrat e, Siberoj ku partiyeka parêzkar e, Partiya Saadet ku partiyeka îslamî ye, Partiya Demokrat ku partiyeka rastgir e û Partiya Iyî ku wekî partiyeke nîjadperest nasyar e pêk tê.

Piştî hizr û danûstandinên dûr û dirêj DEVA, Saadet, Demokrat û Siberoj biryar dan ku ji lîsta CHPyê beşdarê hilbijartinan dibin û dengêdêr dê dengê xwe bidin CHPyê.

Bi vê rewşê dê Hevpeymaniya Millet ne bi şeş dê bi du partiyan beşdarê hilbajrtinê bibe. Ev biryar belkî ji bo dengê xwe bidin CHPê dikare hin dengderên çar partiyan dudil bike lê ger çar partî bi logo û navê xwe beşdarê hilbijartinê bûbana li gor sîtema nû ya hilbijartinê yê bi navê Dîhont rîsk hebû, hemû dengê partiyekê ya ji bo bidestanîna kursiyekê dema têr neke, heder biçe. Lê bi lîsta hevbeş deng heder naçin û him çar partî jî lîsta CHPyê kûrsî bidest dixin, him jî CHP ji dengê wan sûdmend dibe.