CHP piştî demeke dirêj dixwaze li Diyarbekirê parlamenterî bi dest bixe

Partiya Komarî ya Gel (CHP) xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne û dixwaze piştî demeke dirêj li Diyarbekirê di hilbijartinên 14ê Gulanê de parlementerî bi dest bixe.
Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Partiya Komarî ya Gel (CHP) xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne û dixwaze piştî demeke dirêj li Diyarbekirê di hilbijartinên 14ê Gulanê de parlementerî bi dest bixe. Beşek ji çavdêrên siyasî vê yekê pêkan dibînin û beşek jî dibêjin zehmet e.

Partiya Komarî ya Gel (CHP) ku demek dirêj li Bakurê Kurdistanê wek partiya tabelayê dihat pênasekirin û di nava kurdan de wek çavkaniya pirsgirêka kurd dihate dîtin piştî demek dirêj ji aliyê beşek ji kurdan ve wek hêviyê tê dîtin.

Beşek ji çavdêrên siyasî dibêjin sedema vê guherînê li aliyekê polîtîkayên têkçûyî yên desthilatê ne û li aliyekê jî kesayetiya Kemal Kiliçdaroglu ye ku xwedî helwesteke maqûl e ku dikare hemû beşên civakê li hev bicivîne û ev yek dê rê li ber CHPê vebike ku ji Diyarbekir parlementerî bi dest bixe.

Çavdêrê siyasî Nacî Sapan ji K24ê re diyar kir: “Atmosfera niha nîşan dide ku dê CHP ji Diyarbekir parlementerî bi dest dixe. Desthilata ku 21 sal in li ser kar e civak xistiye rewşek wisa de ku opozîsyon bo civakê bûye hêvî. Kemal Kiliçdaroglu jî bi kesayetiya xwe ji aliyê civakê ve tê qebulkirin. Her wiha vê desthilatê Tirkiye bir heta ber eriyê Yekîtiya Ewropayê lê neket hundir. Dê CHP vê yekê pêk bîne û bi vê yekê pirsa kurd jî çareser dike.”

Beşek ji çavdêrên siyasî jî dibêjin ne pêkan e ku CHP di nava pirraniya kurdan de bi erênî were pêşwazîkirin û rabirduya CHPê ji bo CHPê asteng e ku li Bakurê Kurdistanê bikaribe siyasetek bibandor bimeşîne û nikare bigihîje hemû beşên civakê.

Çavdêrê siyasî Îbrahîm Guçlu ji K24ê re diyar kir: “CHP bi xwe sedema pirsgirêka Kurd e. CHP ji bo çareseriya pirsa kurd çi gavek neavêtiye. CHP û hevpeymanên wê jî di beyannameya tifaqa xwe de qet cih nedane navê Kurdan.”

Partiya Komarî ya Gel CHPê ji Diyarbekir herî dawî di hilbijartinên 2002yan de ango 21 sal berê parlementerî bi dest xistibû û niha ji xwe bawer e ku ji Diyarbekir herî kêm parlementeriyek bi dest bixe lê çavdêr dibêjin ev yek girêdayî profîla namzetan e.