CHP û Saadet li Diyarbekirê bi lîsteyekê tevlî hilbijartinan dibin

Partiya Komarî ya Gel (CHP) û Partiya Saadetê ku du partiyên ji aliyê îdeolojîk ve ji hev cuda ne, li Diyarbekir bi 1 lîste dikevin hilbijartinan.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Partiya Komarî ya Gel (CHP) û Partiya Saadetê ku du partiyên ji aliyê îdeolojîk ve ji hev cuda ne, li Diyarbekir bi 1 lîste dikevin hilbijartinan. Çavdêr dibêjin ji ber berjewendiyan hatine cem hev û namzet jî dibêjin ew ji bo xizmeta Diyarbekir hatine cem hev.

Lîsteya namzetên tifaq û partiyan yên hilbijartinên 14ê Gulanê ji Lijneya Hilbijartinê ya Bilind re hat radestkirin û namzet aşkere bûn. Di vê pêvajoyê de ya balkêş tê dîtin ew e ku gelek partiyên ji aliyê îdeolojîk ve ji hev dûr û cuda ne, bi yek lîsteyê dikevin hilbijartinê ku li Diyarbekir jî CHP û Partiya Saadetê ji lîsteya CHPê dikevin hilbijartinê. Namzet dibêjin ya girîng ew e ku xizmeta Diyarbekir were kirin û di warê aborî, encamên erdhejê û hiqûqê de pirsgirêkên Diyarbekir benda çareseriyê ne.

Namzetê CHPê yê Diyarbekirê yê ji Partiya Saadetê Abdurrahman Ergîn ji K24ê re diyar kir: “Ji bo kesên bêxanî mane emê xaniyan belaş çêkin. Her wiha li Tirkiyeyê pirsgirêkên dadperweriyê heye, pirsgirêka hiqûqê heye, emê hiqûqê cîbicî bikin, emê mafên herkesî bidin.”

Şîrovekarên siyasî jî derbarê tifaqa navbera partiyên wek îdeolojîk dijberê hev in de dibêjin di warê têkiliya navbera îdeolojiyan li Tirkiyeyê  de rewş  ji mînakên cîhanê cuda ye. Şîrovekar dibêjin li Diyarebekirê hatina cem hev ya partiyên dijî hev bi hêsanî ser nakeve.

Çavdêrê siyasî Omer Ozmen ji K24ê re diyar kir: “Ez ne bawer im li Amedê dengên Saadet û CHP bi tifaqê zêde bibin an jî kêm bibin. Li gorî rant û hêzê deng diyar dibin. Herdû partî jî di rewşa niha de li Diyarbekirê lawaz in.”

Çavdêrên siyasî di wê baweriyê de ne ku di pêvajoya bangeşiya hilbijartinê de dê sînorên navbera îdeolojiyan de ji holê rabin û li gorî berjewendiyan dê partî werin cem hev.