Serokwezîr Mesrûr Barzanî êrîşa ser Firokexaneya Silêmaniyê şermezar kir

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro çarşemê 12ê Nîsana 2023an, bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya.

Hewlêr (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro çarşemê 12ê Nîsana 2023an, bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya.

Beşa yekem a civînê, gotûbêjkirina girîngiya parastina welatiyan û dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû û xwedûrkirina Herêma Kurdistanê ji rakêşana kêşeyên navçeyî û derekî bo nav Herêmê.

Li ser vê mijarê, Serokwezîr bi navê Encûmena Wezîran, nîgeraniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber bûyerên Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê nîşan da û tekezî li wê yekê kir ku Hikûmeta Herêmê êrîşkirina ser Firokexaneya Silêmaniyê û her beşeke din a Herêma Kurdistanê, şermezar dike.

Herwiha eşkere kir ku Hikûmeta Herêmê, ji wan liv û tevger û karên ku li Firokexaneya Silêmaniyê têne kirin û li derveyî yasayên berkar ên Hikûmeta Herêmê ne, agahdar nîne. Nabe Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji wan kar û tevgerên Firokexaneya Silêmaniyê agahdar nebe.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir ku em bi her awayî ligel welatiyên xoşewîst ên Silêmaniyê ne û nabe ew bacana wan bûyeran bidin.

Piştî gotûbêj û danûstandina fikr û ramanan, Encûmena Wezîran biryar da, Hikûmeta Herêma Kurdistanê lijneyeke lêkolîn û lipeyçûn û derxistina rastiyan, ji bo wan bûyerên Firokexaneya Silêmaniyê dirust bike ji bo lêkolîna sedemên rawestana geştên Firokexaneya Silêmaniyê û piştre jî wê êrîşa ku li nêzîkî firokexaneyê rûda.

Beşa duyem a civînê, li ser raporteke derbarê dabînkirina derman û pêwîstiyên bijîşkî li sektora giştî bû, ku ji aliyê Wezîrê Tendirustiyê Saman Berzincî ve hat pêşkêşkirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tevî destxweşiya li Wezîr û Wezareta Tendirustiyê ji bo wan çaksaziyên ku di warê tendirustiyê de hatine encamdan, tekezî li wê yekê kir ku divê karê zêdetir were kirin li ser baştirkirina sektora tendirustiyê û nehiştina hemû wan girîft û kêmasiyên di vî warî de hene ji bo xizmetkirina zêdetir a welatiyan.

Derbarê çareserkirina kêşeya kêmbûna dermanan li parêzgeha Silêmaniyê, Encûmena Wezîran, Wezareta Darayî û Aborî raspart ku bankên parêzgeha Silêmaniyê jî (wek parêzgehên din ên Herêmê) pabend bike bi wê neqda pêwîst bi kirîna derman dabîn bikin.

Di dawiyê de, Wezîra Kar û Karûbarên Civakî Kiwêstan Mihemed reşnûsa "siyaseta parastina zarokan li Herêma Kurdistanê" pêşkêş kir, ku ji komek bername û rêkaran ji bo parastina zarokan ji tundûtûjî û sivikatîkirin û ji paşguhkirinê di çarçoveya rêkeftin û raspardeyên navdewletî de, pêk dihat.

Piştî pêşkêşkirina çend têbîniyên ji bo zêdetir dewlemendkirina reşnûsê, Encûmena Wezîran siyaseta parastina zarokan pesend kir.

ژ
12
3
4
6
66
77
65