Li Dubay di şewata li avahiyekê de herî kêm 25 kes bûn qurbanî
Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî medyaya xwecihî, şewatek li avahiyeke niştecihbûnê ya Dubayê derket û di encamê de 16 kesan canê xwe ji dest dan û 9 kesên din jî birîndar bûn.
Şewat îro Şemiyê danê nîvro li qata çaremîn a avahiyek li devera El-Ras a Dubayê ku hejmareke mezin ji karkeran lê dijîn, derket.
Rêveberiya Parastina Sivîl di daxuyaniyekê de ragihand, “Lêkolînên destpêkê nîşan didin ku di warê ewlehî û selametiyê de binpêkirin ji aliyê xwediyê avahiyê ve hene.”
Nasname û regeza qurbaniyan heta niha nehatin aşkerekirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin jî, “aliyên pêwendîdar dest bi lêkolînan ji bo zelalkirina tevahî rewşên bûyerê kirine.