Pêşniyarên namzedên CHP û YSPê ji bo çareserkirina Pirsa Kurd

Namzedê CHPê Sezgîn Tanrikulu dibêje; ew dixwazin li navxwe û derve pirsa Kurd çareser bikin. Namzedê YSPê Mihemed Emîn Aktar jî dibêje; CHP ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd tiştekî berbiçav nabêje.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê namzedên parlementeriyê ji bo hilbijartinên 14ê Gulanê dixebitin. Namzedê CHP’ê yê Diyarbekirê Sezgîn Tanrikulu got; ew dixwazin li navxwe û derve pirsa kurd çareser bikin. Tanrikulu dibêje; heger Hevpeymana Milet bibe desthilatdar ew dixwazin bi Herêma Kurdistanê re jî pêwendiyên xwe pêşve bibin. Namzedê parlementeriyê yê Partiya Çep a Kesk (YSP) bo Diyarbekirê Mihemed Emîn Aktar jî got; CHP ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd tiştekî berbiçav nabêje û heta ku kurd jî nebin şirîkê desthilatdariyê pirsa kurd tenê bi gotinan çareser nabe.

Partiya Komarî ya Gel (CHP) ev 22 sal in ji Diyarbekirê parlementer dernexistiye. CHP vê carê hewl dide ku kursiyekê bidest bixe. CHP’ê di hilbijartinên 2018an de li Diyarbekirê ji sedî 2,5ê dengan ango 21 hezar û 285 deng wergirt. Ji bo ku bikaribe kursiyekê destbixe divê ji 60 hezaran zêdetir deng werbigire.

Ji ber vê yekê CHP’ê parlementerê xwe yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu bo Diyarbekirê di rêza yekê de kir namzed. Sezgîn Tanrikulu ji Diyarbekirê ye, parêzer û mafnas e. Tanrikulu dibêje; dema bibin desthilatdar, ew dê pirsgirêka kurd û pirsgirêkên din di parlementoyê de bi hemû partiyên din re çareser bikin.

Namzedê CHPê yê Diyarbekirê Sezgîn Tanrikulu ji K24ê re diyar kir: “Li gorî herêmên din ên Tirkiyeyê li vê herêmê xizanî, pêkûtî, bêkarî zêdetir e. Em dibêjin; di parlementoyê de em dê maseyekê danin û bila hemû partiyên siyasî di nav de bin da ku em hevdu qane bikin. Em dixwazin li navxwe û derve pirsgirêkên kurdan bêne çareserkirin. Dema ku em bibin desthilatdar, em dixwazin bi Herêma Kurdistanê re jî pêwendiyên xwe pêşve bibin.”

HDP ku ji ber egera girtinê, di lîsteya Partiya Çep a Kesk (YSP) beşdarî hilbijartinan dibe, di hilbijartinên 2018an de li Diyarbekirê ji sedî 65,5ê dengan wergirt û ji 12 kursiyan 9 kursî bi dest xist.

Namzedên YSP’ê dibêjin; di van 6-7 salên dawiyê de demokrasî nemaye, kes nikare fikr û ramana xwe bi azadî bîne zimên. Namzedê YSPê Mihemed Emîn Aktar dibêje; CHP bi aşkere nabêje, dê bi fermî rê li ber perwerdehiya zimanê kurdî vekin an jî nabêje dê ji bo kurdan otonomî hebe. Li gorî Aktar heta ku destûra bingehîn neyê guhertin û mafên kurdan yên neteweyî tê de cih negirin pirsa kurd jî çareser nabe.

Namzedê YSPê yê Diyarbekirê Mihemed Emîn Aktar ji K24ê re ragihand: “Desthilatdarî jî û opûzîsyon jî bangeşeye xwe ya hilbijartinê li ser dijayetiya kurdan ava dikin. Di hişmendiya dewletê de parvekirina desthilatdariya bi kurdan re nîne. Jixwe pirsgirêk jî ev e. Dema ku kurd jî nebin şirîkê desthilatdariyê wê demê ev mesele nayê çareserkirin. Ango kurd ne desthilatdar bin, bindest dibin, kurd dixwazin êdî ji bindestiyê derkevin.”

Di pêvajoya bangeşiya hilbijartinê de namzedên hemû partiyan pirsgirêkên sereke destnîşan dikin û ji bo çareserkirina van pirsgirêkan ji bo dengderan behsa plan û projeyên xwe dikin. Pirsgirêka sereke jî pirsa kurd e. Niha hemû partî jî behsa vê pirsê dikin. Hin partî dibêjin; wan çareser kir hin partî dibêjin pirsgirêk kûrtir bûye. Kîjan alî çi bêje bila bêje; kurd naxwazin hêviyên xwe ji çareseriyê dest bibin.